
BEHDÎNAN – Artêşa Tirk ku di 28 kewçêrê de li sêgoşeya Dêrsim-Pilûr-Nazimiyeyê de operasyona hewayî û bejayî ku bi beşdariya ji 10 hezaran zêdetir leşker beşdar bûbûn, bi tevahî 11 leşker hatin kuştin. Her wiha hate ragihandin ku di pevçûnên qewimî ne de tu windahiyên gerîlayan çênebûne.
HPG’ê encamên operasyona Dêrsimê ku bi piştgiriya helîkopteran pêk hat aşkera kir. HPG’ê bîlançoya şerê Dêrsimê wiha radigihîne:
“Di 28’ê kewçêrê ji aliyê Artêşa Tirk li sêgoşeya Dêrsim-Pilûr-Nazmiyeyê operasyona leşkerî bi piştgiriya teknîkî, helîkopterên şer û zêdetirî 10 hezar leşkeran dest pê kir. Gerîlayên me li hemberî helîkopterên Skorky ku dema leşker datanîn çalakiyek pêk hat. Piştî çalakiyê heta êvarî şer berdewam kir. 4 helîkopterên kobra herêm bombebaran dikir. Di pevçûnên hatin jiyandin de li gorî tespîtên ewil 8 leşkerên tirk hatine kuştin û gelek leşker ku hejmara wan nehat hejmartin birîndar bûn.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder