Seydayé héja Bediuzzaman Mela Seidé Norsé ev name ya bı Kurdî nivîsandî ye di hejmara rojnameya ewila Kurd Teawun û Teraqî ya sala 1908’i de weşandîye
Ey gelé Kurdan Îttifaqé de qewet Îttihaté de heyat di bratîyé de seadet hûkumeté de selamet heye.
Kabika îttihadé û şerîta muhabbeté qewî bigrin da we ji belayé xlaske.
Qenç guhé xwe bidiné ezé tiştekî ji we ra bibéjim hûn bizanin ku sé cewheré me hene hifza xwe ji me dxwazin
Yek Îslamîyete ku hezar hezar xuna şehidan buhayé wi dane
Ê duduyan însanîyete ku lazime em xwe nezera xelqé de bi xizmeta eqlî cîwanmeranî û însanetî û xwe nîşané cîhané bidin.
Ê sisîyan netewî ya meye ku mezîyeté da me é beré me bi qencîya xwe saxin em bi karé xwe bi hifza netewa xwe ruhé wan di qebra wan da şad bikin
Piştî vé sé dujminé me hene me xerab dikin
Yek: feqîrtî ye çıl hezar hemalé Stenbolé delîlé wé ye
Ê duyemîn : Cehalete û bé xwendini ku hezara yek jime nikarin rojname bixwûnin ew jî delîlé wé ye
Ê séyemin : Dujminî û îxtîlafe ku ev edawet qeweté me wenda dike me ji musteheqé terbiye dike û hukûmet jî ji bé însafî ya xwe zilm lime dike.
Ku we ev seh kir bizanin çara me ewe ku em sé şûré elmas bi desté xwe bigrin ta ku em her sé cewherén xwe ji desté negrin! Her sé dujminé xwe ser xwe rakin
Yek şûré edil mearîf û xwendine
Ê duda îtîfaq û muhabeta milli ye
Ê sisé yan însan bi nefsa xwe şuxla xwe bike mina sefilan ji qudreta xelqé hévî neke û pişta xwe nede tu wesîyeta.
Paşé xwendin, xwendin, xwendin û desté hev girtin desté hev girtin desté hev girtin
Saidi kurdi
Kurd Teavun ve teraki Gazetesi
Sayı-1 istanbul
1908
1324
12 Ekim 2007 Cuma
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder