Romana Sidqî Hirorî “Ez û Delal” derket
STENBOL, 1/10 2007 — Romana romannivîs û kolumnîstê Nefelê Sidqî Hirorî ”Ez û Delal” li Stenbolê derket. Sidqî Hirorî ji başûrê Kurdistanê ye û li Swêdê dimîne. Roman 104 rûper e û bi kirmanciya bakur hatiye nivîsandin. Weşanxaneya Dozê di danasîna kitêbê de wiha dinivîsîne: “Ez û Delal” romaneka balkêş e. Nivîskarê romanê ji aliyê vegotinê ve hêj di destpêkê de xwe bi hostayî ji nêvbeyna xwendevan û bêjer de dide baş. Serpêhatiya biyanîtî û lidûvgeranê bi zimanekê sivik û xweş honandî ye. Kêşûvekêşa lêgerînê, ji têkilîyên rasteqîn digihîn qadeka mistîk. Di nav raçandina romanê de Cûdî qibleyeka pîroz e. Bo nimûne; “Roja şembiyê, giş qolên ji deverên cida cida ji dorhêla Cûdî hatin li binê çiyayî xirvebûn, bona ko bi hev re li ser bikevin. Veger jî diviyabû, nîvroja pênçşembê bûya. Çinkî dibêjin êvariya roja pênçşembê canên wan hersê ewliyayan di şiklê sê kotiran de ji esmanan dihêne xwarê û li ser Cûdî didadin û hemî roja înê li wê derê dimînin…”
2 Ekim 2007 Salı
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder