20 Ekim 2007 Cumartesi

YJA Star:Bila hesabê cenazeyên xwe bikin

YJA Starê daxuyand ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a başûrê Kurdistanê bi awayekî fedaiyane li ber xwe bidin. YJA Starê bang kir ku hêzên başûr jî li gel wan di heman eniyê de li ber xwe bidin. YJA Starê dewleta Tirk hişyar kir û got ku divê Tirkiye hesabê cenazeyên bi sedan leşkerên ku bikevin Başûr bila ji niha ve bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê der barê operasyona ku dewleta tirk dixwaze li hemberî başûrê Kurdistanê pêk bîne de daxuyaniyeke nivîskî da ajansa nûçeyan ANF’ê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku terzkereya ku hatiye qebûlkirin bêtehamuliya li dijî deskeftiyên gelê kurd îfade dike. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em wekî tevger di bin her şert û mercan de xwedî li têkoşîn û nirxên gelê xwe derketin. Ji îro pê ve jî ji kîjan alî yan jî ji ku êrîş bên kirin em her tim amade ne. Heta artêşa Tirk bê çiyayên azadiyê dê bersiva ku heta niha negirtiye bigire. Divê encamên ku derkevin holê baş hesab bike. Tirkiyeya ku cenazeyên 13 leşkeran zêde dît û kete zorê divê hesabê bi sedan cenazeyên ku ji Başûr biçe divê ji niha ve bike. Berpirsiyarê van tiştan di serî de AKP û alîgirê wê ne.”

Hiç yorum yok: